14 January 2024 - 09:10
Civîna bîranîna ya "şehîdên rojnamevanên Xazeyê" dê bê lidarxistin

Bi hewldana Meclisa Cîhanî ya Ehlûl Beytê (S) û Ajansa Nûçeyan a Abna, wê civîna bîranînê ya “Şehîdên Peyamnêrê Xazeyê” bê lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a  Ehlûl Beytê (S) - Abna - bi hewildana Civata Cîhanî ya  Ehlûl Beytê (S) û Ajansa Nûçeyan a Abna, dê civîna bîranîna "şehîdên rojnamevanên Xezeyê" bê lidarxistin.

Ev civîn dê bi axaftina zindî û vîdyoyî ya Ayetullah Remezanî Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûl Beytê (S) û kesayetiyên Filistîn, Yemen, Iraq, Tirkiye û Endonezyayê û bi amadebûna medyaya cîhanî were lidarxistin. Rêvebir û çalakvanan sibe Duşemî 25ê Çile saet 12:20 li Tehranê, hola civînan Civata Cîhanî ya Ehlûl Beytê (S) birêve diçe.

Di vê merasîmê de, posterê taybet bi bîranîna şehîdên rojnamevanên Xazeyê jî dê were vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Siyonîst ji bo veşartina rastiya cinayetên xwe li Xezeyê, ne tenê bi alîkariya medyayên welatên xwediyê mafên mirovan derewan belav dike, belkî kuştina rojnamevanan li Xezeyê kiriye armanc.

Li gor amarên dawî, zêdetir ji 115 rojnamevan di êrişên hêzên siyonîst ser Xazayê de şehîd bûne.